|
BEŞA SÊYEMîN
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Vegotina Pêkenînan
Pêkenîn wek kurteçîrokan e; mijarekê bi awayekî balkêş û
kurtebir tîne ser ziman. Bêhtir bi henekî tîne ser ziman ku
him li xweşiya guhdar biçe, him bikaribe ji xwe re encamekê
jê derxe. Pirahî di axaftinê de wek mînakdayînê tê
bikaranîn. Dema mirov li ser mijarekê diaxive, ji bo zêdetir
têgihîştina mijarê çêbike, pêkenînekê wek mînak vedibêje û
têgihiştina kesê guhdar çêdike.
Pêkenîn ji berê ve li gor planekî, yan armancekê nayê
amadekirin. Di dema axaftinê de li gor herakiya vegotinê û
pêwîstiya mijarê mirov ji tûrikê xwe yê pêkenînan yekê
hildibijêre û bi kar tîne. Pêkenîn gelek caran dema em
nikaribin rexneyekê rasterast bikin, di hawara mirov de tê û
bi awayekî kenînî –qerfî- dikare rexneya herî tîj bîne ser
ziman; li ser kesê guhdar bandûreke neyênî çênake, tersê wê
têgihîştinê hêsantir dike. Lêbelê çawa ku herkes ne
axaftinêrekî baş e, ji bo vegotina pêkenînê jî, hunereke
axaftinêrî tê xwestin. Pêkenînekê yek dikare vebêje, wek
sitiriyan di mirov de rabe, lê vê pêkenînê yekî din dikare
vebêje ku wek laşê mirov miz bide bi me xweş were.
Ji bo vê di dema vegotina pêkenînan de destpêkê divê em heta
ji dest me tê nekevin nava hûrguliyan. Pêkenîna, hûrgulî tê
de zêde bin û dirêj bibe, balkêşî û dilbijariya xwe winda
dike, kenê yekî nayne û ji bo vê jî cihê xwe nagre. Ji xwe
kesê pêkenînê vedibêje ku bi xwe dest bi ken dike, ew hîn
xerabtir bandûreke neyênî li ser guhdar çêdike. Hin kes hene
hîn dest bi vegotinê nekirine dikenin û dixwazin kesê guhdar
jî bikene. Ken bi zorê nebe û dema vegotinêr bi xwe dikene
li xweşiya guhdar naçe. Guhdar dixwaze guhdariya pêkenînê
bike û ew bi xwe biryara ken an girî bide. Dîsa divê mirov
şîroveya xwe, nêrîna xwe tev li pêkenînê neke û xala
pêkenînê çêdike, bi xwe nebêje.
Dîsa di vir de jî hin kes hene, qerfa pêkenînê bi xwe
dibêjin û bi vî awayî kesê guhdar wek nezan, wek yekî
tênegihiştî dibînin. Ev jî bandûreke neyênî li ser guhdar
çêdike. Divê dîtin û têgihîştina qerfa di pêkenînê de mirov
li hêviya guhdar bihêle ku kêfxweşiyekê jê bigre. Ji xwe ger
mirov vegotinêrekî baş be hewce nake bi xwe qerfê bêje, ew
di vegotinê de wê xwe diyar bike. Bêguman pêkenîna mirov
vedibêje û mijara li ser diaxive divê bi hev re têkildar
bin. Dîsa di vegotinê de cih û dema vegotina pêkenînê jî,
divê bi mijarê re di nava hevsaziyekê de be ku guhdar
nebêje, ‘Niha ev jî ji ku derket?’
Mînak:
Ez dibêjim bi ya min bike tu xisarê nakî, tu dibêjî ma
wê çi bi serê barê êzingên min were. Ez ji te re çîroka
barê êzingan vebêjim:
Rojekê yekî gundî barekî êzing li pişta kerê xwe siwar
dike û bi rê dikeve ku biçe bajêr bifroşe. Rêk dûr e û
germahiyeke dijwar heye ku xwêhdan di pehniyê re
diavêje. Bi rê de li mamosteyê gund rast tê. Piştî
pirsyara xal xatir, mamoste sedema çûna wî ya bajêr pirs
dike.
Gundî dibêje ku li gund deynê dikandarê gund lê heye û
wê barê êzingan bibe bajêr bifroşe ji bo bikaribe deynê
xwe bide.
Dilê mamoste bi halê yê gundî dişewite û destê xwe
diavêje bêrîka xwe, dibêje;
-Va ye, ez buhayê du bar êzingan didim te, ka barê xwe
bifroşe min.
Yê gundî kêfxweş dibe ku di vê germê de barê xwe li nîvê
rê firotiye û him jî bi pereyekî zêdeyê buhayê xwe!
Sipaziyê ji mamoste re dike û pereyê wî ji dest digre.
Dibêje;
- Baş e, ez êzingên te bibim ku derê valakim?
Mamoste li derdora xwe dinêre û dibêje,;
- Hema valake vê derê.
Yê gundî barê kerê xwe vedike û êzingan dirijîne wê
erdê. Werîsê xwe kom dike û dibîne ku mamoste bi rê
dikeve diçe. Bang li mamoste dike û dibêje;
- Mamoste, mamoste êzingên te man li vê derê!
Mamoste dibêje;
- Bila bimînin ma te buhayê wê nesitendiye? Êzingê min
in û li wir in, a te çi ye? Ka were em biçin gund!
Yê gundî dilê wî bi barê êzingê wî ve dimîne û dibêje;
- Baş e, lê wê çi bi barê êzingên min were?
Di vê mînakê de tê dîtin ku vegotinêr bi rêka pêkenînê
dixwaze armanca xwe bi kesê din têgihîştin bide. Tê de
xemilandin, pêşdarî û hwd. peyvên zêde nînin. Tiştên dixwaze
bêje bi awayekî çîrokiya kurtebir vedibêje.
***
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
|